Keça Kurd Berfîn(11) li cîhanê bû 2'mîn

3.223 İZLENME
Navê wê Berfîn e, ji bakurê Kurdistanê ye. Temenê wê 11 sal in. Ew di nava 123 kemanjenan de ku ji 37 welatan beşdarî pêşbirka kemanjeniyê bûn, bû duyemîn. Berfîn Aksu, bi kemana xwe performanseke mezin nîşan da, li seranserê cîhanê di rêza 2’mîn de cih girt. Di mezintirên pêşbirka Kemanê de ya bi Pêşbirka Andrea Postacchini ya Navnetewî ya Kemanjeniyê, ku ji welatên weke Almanya, Amerîka, Rusya, Îtalya, Frensa, Îngiltere û gelek welatên din kemanjen amade bûn, zaroka Kurd Berfîna 11 salî bû duyemîn. Pêşbirk li salona „Teatro Dell'a Aquila di Fermo“ li Îtalya çêbû. Berfînê ji 800 kesî re perçeyê Ernst yê bi navê ''Othello Fantasy'' lêxist. Her kes rabû ser piyan û bi deqeyan ji wê re li çepikan xist.